PEYMANGEHA AMADEKIRINA MAMOSTEYAN A REQAYÊ DEST BI EZMÛNÊN WERZA YEKEM KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a kantona Reqayê, proseya pêşkêşkirina ezmûnên werza yekemîn ya sala xwandinê ya 2024/2025’an da destpêkirin.
Di ezmûnên ku roja şemiyê dest pê kirine de, 215 xwendekarên ji beşa Mamosteyên Refê beşdar dibin.
Mamosteyên beşdar wê di vê proseyê de ezmûnên metiryalên; Rêbazên dayîna waneyê, Zimanê Erebî, Zimanê Kurdî, Zanist û Derûnasiya Perwerdeyê biqedînin.
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan di sala 2021’an de hate damezirandin û heya niha çar girûpên mamosteyan perwerde kirine.

Share This Article