LI TAXA ŞÊXMEQSÛDÊ JI BO PIŞTEVANIYA BANGA AŞTIYÊ ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya rêze şahiyên ji bo piştgiriya sîstema neteweya demokratîk û pêngava Ez Dixwazim Bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim, li taxa Şêxmeqsûdê şahiyek hat lidarxistin.

Şahî bi beşdariya endam û rêveberên çandê, Tevgera Ciwanên şoreşger û welatiyên taxê hat sazkirin.

Di şahiyê de komên hunerî û çandî berhemên xwe pêşkêş kirin û gel bi coşa xwe piştgirî dan banga rêber apo û pêngava Ez Dixwazim Bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim.

Share This Article