PEYMANA SYKES-PICOT LI REQAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Kantona Reqayê, komxebatek bi sernavê “Dawiya Sykes-Picot, Taybetmendiyên Herêma Nû û Bandora Wê li ser Sûriyeyê ” li dar xist.
Komxebat bi kêliyeke bêdeng ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre, rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî, li ser mijara sereke ya komxebatê axivî û veguherînên siyasî yên ku di dehsalên dawî de li cîhanê rûdane, şîrove kir.
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku hêzên navneteweyî, bi rêya Sykes-Picot, xwastin ku çarenûsa gelan kontrol bikin û rê li ber pêşketina welatên herêmê bigirin.
Di dawiya komxebatê de, derî ji bo nîqaşan hate vekirin, û pirsên di derbarê rewşa Sûriyeyê û pêşeroja wê de hatin kirin.

Share This Article