şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şehîdên ku di topbaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û şervanekî HRE’yê oxir kirin.
Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji bo oxirkirina şehîdên Berxwdana Serdemê Mazlûm Entab, Zelal Efrîn û Alaf Murad her wiha şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê HRE şehîd Zindan Efrîn li goristana şehîd Sozdar Amanos oxir kirin.
merasîma oxirkirinê bi deqeyeka rêzgirtin destpêkir û piştre, axaftin li ser navê PYD’ê û meclisa malbatên şehîdan hatin kirin û têde soza şopandina rêya şehîdan û tolhildana wan hat nûkirin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hat kirin.
cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hatin oxirkirin.
LI ŞEHBAYÊ 4 ŞEHÎDÊN BERXWEDANA SERDEMÊ HATIN OXIRKIRIN
