Doh li bajarê Hesekê yekîtiya rewşenbîran bi hevkariya rêxistina pêl pêşangehek wênexêziyê bi navê ‘pêşangeha xabûr’ li parka xwendinê lidarxist.
Di pêşagehê de Hejmarek hunermendên herêma Cizîrê, endamên yekîtiya rewşenbîran, endamên saziyên sivîl û hunermend beşdar bûn.
Di pêşangehê de 31 tablo hatin pêşandan.
Pêşangeh bi deqeyeke rêz li ser giyanê şehîdan destpêkir piştre axaftin hatin kirin û girîngiya wênexêziyê û dîroka wê hate şîrovekirin.
Pêşangeh bi belavkirina bawernameyan li ser hunermendan bi dawî bû.
