Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi tevlîbûneke zêde di roja 3’emîn de li hola Zana a li bajarê Qamişlo berdewam dike.
Beşdarên komxebatê jî behsa giringiya li darxistina pêşangehên wiha kirin .
Di bin dirûşmeya “Pirtûk Samanê Cîhanê ye”, desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, 6’emîn pêşangeha pirtûkan ya Şehîd Herekol li dar xist.
Pêşangeh bi amadebûna bi dehan kesayetên siyasî, hunerî û rewşenbîr ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di roja xwe ya 3’emîn de berdewam dike.
Pêşangehê bi tevlîbûna zêdetirî 50 weşanxane û 13 hezar pirtûk destpêkir.
Têkildarî mijarê helbestvan Kemal necim behas giringiya li dar xistina pêşangehên bi vî awayî dike.
Xwendekara bi navê sîdar jî ku serdana pêşangehê kiriye dibêje, ev gaveke pir başe û di aliyê peydakirina pirtûkan de pir bi wan re alîkar e .
Tê payîn ku çalakiyên pêşangehê heta 29’ê Cotmehê dewam bike. Deriyê pêşangehê jî rojane ji saet 10:00’ê sibeha heta 08:00’ê êvarî vekirî ye.
