Bi boneya salvgera 10’an a demezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan, li kantona Reqayê şahiyek hate lidarxistin.
Şahî bi beşdariya bi dehan endamên Hêzên ewlekariya Hundirîn, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di şahiyê de li ser navên Hêzên Ewlekariyê, Rêveberiya Xweser û tevgera jin axaftin hatin kirin.
Axêveran salvegera damezirandina Hêzên Ewlekariya Jin pîroz kirin û gotin, asayîşa jin di parastina aramiya herêmê de roleke giring dilîzin.
Piştre hunermndên jin berhemên xwe pêşkêş kirin û di ber re jî dîlan hate gerandin.
SALVEGERA 10’AN A DEMEZIRANDINA ASAYÎŞA JIN LI REQAYÊ HATE PÎROZKIRIN
