Konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sibe li bajarê Hesekê, bi beşdarbûna 400 delegeyan ji pêkhateyên cihêreng ên ku tevna civakî ya rêveberiya xweser pêk tînin, dest pê bike.
Têkildarî mijarê, Endamê Komîteya Amdekar a konfiransê “Hikmet Hebîb” ji Rojava TV re û armancê vê konferansê diyar kir.
Piştî xebateke dûr û dirêj ji amadekarî û hewildanan, Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên pêş de, dê li bajarê Hesekê li dar bikeve.
Konferans bi dirûşma “Bi hev re ji bo rengerngiyek ku yekîtîya me xurt bike û şîrîkatiyek ku pêşeroja me ava bike” tê lidarxistin.
dê nêzî 400 delege ji pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin.
Li ser mijarê, Endamê Komîteya Amdekar a Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hikmet Hebîb ji Rojava TV re behsa armanca sereke ya konfransê kir.
Hikmet Hebîb diyar ku wê pêkhateyên cuda ji deverên din ên Sûriyê jî weke mêvan beşdarî konferansê bibin.
Ji destpêka Hezîrana borî ve amadekariyên lidarxistina konferansê têne kirin. Lêbelê, bûyerên dawî yên li peravê û Siwêdayê, û mijûlbûna Rêveberiya Xweser bi dayîna alîkariyê ji wan deveran, bûn sedem ku konferans were bipaşxisitin.
