Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên tirkiyê şermezar kir û got, armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk bi hedefgirtina sivîlan û çavkaniyên jiyanê; sûcên şer pêk tîne.
Hevbendiyê anî ziman ku, divê êrîşên Tirkiyê werin rawestandin û dewleta Tirk a dagirker li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî were darizandin.
Di beşekî din de hevbendiyê diyar kir ku, armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl bang li civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin.
HEVBENDIYA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN
