Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina têkoşîna jinan ya di avakirina Sûriyeke demokratîk de komxebatek li dar xist.
Komxebat bi dirûşmeya “Bi têkoşîna jinên azad û entegrasyona civakî ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk” li bajarê Reqayê hate lidarxistin.
Bi dehan nûnerên ji sazî, deste, tevgerên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de rewşa Sûriyê û çawaniya avakirina welatekî demokratîk bi pêşengtiya jinan hate nîqaşkirin.
Jinan tekez kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo demokratîkirina Sûriyê bixebitin.
