LI KOBANÊ DENGBÊJ MIHEMED DÛMAN Û HAFIZÊ KOR BI ŞEVBUHÊRKEKÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

ji bo bîranîna salvegera 4’an a koça dawî ya dengbêj Mihemed Dûman û Hafizê Kor şevbuhêrkeke hunerî hat lidarxistin.
Şevbuhêrk li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê, bi beşdariya bi dehan şêniyên kantona Firatê, hunermend û endamên navenda baqî xido hate lidarxistin.
Di şevbuhêrkê de, li ser navê navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê axavtin hatin kirin û hate gotin: “Erka me ye ku em dengbêjiya xwe biparêzin, ji ber ku dengbêjî nasnameya gelan e.
Pitşre sînevîzyon li ser jiyana her du dengbêjên nemir hat pêşandan.
Şevbuhêrk bi stranan bi dawî bû.

Share This Article