PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ Û ÎSLAMA DEMOKRATÎK KOMXEBATEK SAZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kongreya Îslama Demokratîk komxebateke berfireh li Helebê saz kirin.
Bi dehan endamên her du meclisan, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û partiyên siyasî tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de rola exlaq ya di avakirina civaka saxlem û pêşketî de hate nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, exlaq xercê civakê ye û ji bo avakirina civakeke wekhev divê, presnsîpên exlaqî bêne xurtkirin.
Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Share This Article