Li şehbayê jî bi hezaran jin ji bo jîna emînî daketina qadan û serhildanên li rojhilatê kurdistanê û îranê silav kirin .
Meş ji rêya di navbera Til Qerah û kampa Serdemê ya Şehbayê dest pê kir.
Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, pankartên bi nivîsên “Tayê porê Jîna çirûska şoreşa Rojhilatê pêxist”, “Ji qetilkirina jinan re êdî bes e” hatin hlidan
û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gel a li Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin.
Meş li qada kampa Serdemê ya naveçay Ehdasê veguherî mitîngê û li wir hevseroka encumena cîbicîkar a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û diyar kir ku şêniyên Efrînê piştgiriyê didin serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
