Meclisa partiya sûriya pêşerojê foruma gelêrî ji bo yekîtiya niştîmanî û dûrxistina ji fitneyê li minbic li dar xist.
forum bi beşdariya xelkên minbic, şêx û rûspiyên eşîran , oldar û rewşenbîran hate lidarxistin.
Di forumê de mijarên weke hevgirtina civakî, rola eşîr û pêkhateyên herêmê di têkbirina fitne û êrîşan de, yekbûna civakî hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate tekez kirin ku ew amade ne bi yekrêziyê rê li ber her cûre êrîş û planên derxistina fitneyan û têkbirina projeya netewa demokrat bisekinin.
Forum bi encamnameyekê bidawî bû, di encamnameyê de tekezî bi van xalan hatin kirin:
bihevrejiyana di navbera pêkhate û olên herêmê de.
parastina nirx û prensîbên exlaqî û têkoşîna li dijî tundî û keysbaziyê.
Her wiha lidarxistina hevdîtinan bi tevahî hêz û aliyên ku hewil didin aloziya sûriyê çareser bikin.
PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ FORUMA YEKÎTIYA NIŞTÎMANÎ LI DAR XIST
