LI BAJARÊ HESEKÊ FORUMA SÛRIYEYÎ YA PÊNCEMÎN BI RÊ VE ÇÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo nîqaşkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku di 27ê Sibatê de hatiye weşandin, Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn, di bin dirûşmeya (Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, Garantiya Avakirina Sûriyeya Nûjen e) li bajarê Hesekê li dar ket.

Forum bi serpereştiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin û tê de nêzî 120 kes ji nûnerên partiyên siyasî û ji civaka Sûrî beşdar bûn.

Di forumê de li ser çend mijaran nîqaş hatin kirin, yên herî girîng (Rewşa siyasî ya giştî, Rojev û projeyên pêşbîn li Rojhilata Navîn, Sûriye piştî hilweşîna rejîma Esed, rewşa heyî û zehmetî).

Her wiha, pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina aştî û civakeke demokratîk jî, di rojeva nîqaşan de bû.

Share This Article