RÊVEBERÊN JIN REDKIRINA DESTHILATA ŞAMÊ YA BERDANA GIRTIYÊN JIN ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star a bajarê Helebê Hêvîn Mûsa li ser sedemên redkirina pevguhartina girtiyan rawestiya û kiryarên Desthilata Şamê şermezar kirin.
Hêvîn Mûsa got: Em ê têbikoşin heya ku her jinek azad bibe û cihê xwe di rêveberiya welat de bigre.

Ji bo temamkirina bicihanîna xalên peymana ku di navbera Meclîsa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin, ku tê de valakirina girtîgehan hebû, biryar bû ku roja Çarşema borî koma duyemîn a girtiyan bihata berdan.

Lêbelê, ji ber nepabendbûna Desthilata Şamê bi şertên peymanê, nemaze berdana girtiyên jin ên YPJ, Meclîsa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê betalkirina pevguhertinê ragihand.

Der barê vê bûyerê Rojava TV bi Endama Komîteya têkliliyan a Kongra Star Hêvîn Mûsa re hevpeyvînek pêk anî û li ser sedemên redkirina pevguhartinê rawestiya.

Havîn Mûsa tekez kir ku têkoşîna jinên Sûriyeyê dê berdewam bike heta ku hemû jin azad bibin û destûreke dadperwerane ku mafên wan biparêze were avakirin.Hêjayî gotinê ye ku komîteya danûstandinan a ku ji aliyê Meclîsa Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ve hatiye avakirin, pabendbûna xwe ya tam bi peymana berdana girtiyan û valakirina girtîgehan piştrast kir.

Share This Article