Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser yê Karûbarên derve Bedran Çiya Kurd ji Rojava TV re ragihandiye, danûstandinên bi Hikumeta veguhêz re berdewam in, lê hikumet van danûstandinan bi paş dixe.
Piştî rûxîna rêjîma Baes’ê ya ku bi salan desthilatdariya xwe li ser Sûriyê meşand gelek geşedanên nû qewimîn.
Têkildarî rewşa ku Sûriyê tê re derbas dibe û danûstandinên Rêbeveriya Xweser bi Hikûmet Veguhêz re, cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser yê Karûbarên derve Bedran Çiya Kurd ji ROJAVA TV re axivî.
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku danûstandinên bi Hikumeta veguhêz re berdewam in, lê hikumet van danûstandinan bi paş dixe.
Derbarê pirsa balafirgeh û deriyên sînorî de Bedran Çiya Kurd got, komîteyên me amade ne, lê hikûmeta veguhêz bi xemsarî nêz dibe.
Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser yê Karûbarên derve Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftinên xwe de aşkere kir ku di van deman de dê civînên nû bi Hikumeta veguhêz a sûriyê re bên lidarxistin û rewşa heyî bê nîqaşkirin.
