TABLOYA ‘ÇÎROKA ERDA ZEYTÛNÊ’ LI QAMIŞLO HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tabloya ‘Çîroka Erda Zeytûnê’ li Qamişlo hate pêşkêşkirin.Doh Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Kantona Şehba bi hevkariya KomÎna wênesaziyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehba tabloyeke hunerî ya 58 Mitire bi hejmara rojên berxwedana Serdemê ya li hermberî dewleta Tirk a dagirker pêşkêş kir.

Tablo li ser dîwarê Statgeha Şehîdên 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo hate daliqandin.

Xelkên herêmê, koçberên Efrînî, nûner û endamên saziyên Rêveberiya Xweser di merasÎma pêşkêşkirina tabloyê de amede bûn.

Hêjayî gotinê ye ku tablo behsa van her 4 çîrokan dike, Efrîn beriya dagirkirinê, êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrîn, koçberbûna xelkên Efrîn ber kampan ve û hêviya vegera li Efrînê.

Her wiha tablo behsa xweşikbûn û dîroka Efrînê dike.

Share This Article