Partiya Çep a Kurd li Sûriyê bi boneya salvegera damezirandina xwe ya 59’an şahiyek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Şahî bi beşdarbûna nûnerên bi dehan partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser û TEV- DEM’ê hate lidarxsitin.
Di şahiyê de sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê axivî û got, ew ê bibin şopgirên paradîgmaya ku partî li ser hatiye avakirin.
Her wiha tekez kir ku, ew ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeyeke ne- navendî û demokratîk bidomînin.
Şahî bi pêşkêşkirina berhemên hunerî û gerandina govendê bi dawî bû.
PARTIYA ÇEP A KURD LI SÛRIYÊ SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE YA 59’AN PÎROZ KIR
