12ˊyê Tebaxa 2016’an bajarê Minbic ji çeteyên DAIŞ, hat rizgarkirin û di 15ˊê Tebaxa 2016ˊan de rizgarkirina bajêr bi awayekî fermî hat raghandin.
Bi rizgarkirina Minbicê re careke din jiyan li xelkên bajêr nexasim jina vegeriya.
Jinan êdî azadiya xwe bidestxistin, xwerêxistin kirin û saziyên xweser jî avakirin.
Di Çileya 2014ˊan de Çeteyên DAIŞˊê ketin taxên Minbicê û bajar dagir kirin.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku ji hezaran xelkên herêmê yê ji tevahî pêkhateyan pêk tê û di bin ala QSDˊê de ye, bi piştgiriya hewayî ya hevpeymaniya Navneteweyî di 1ˊê Hezîrana 2016ˊan de operasyoneke leşkerî ji du aliyan ve li dar xist.
12ˊyê tebaxa 2016’an Minbic ji destê DAIŞˊê hat rizgarkirin û di 15ˊê Tebaxa 2016ˊan de bi awayekî fermî hat raghandin.
Bi rizgarkirina minbic re, jinên ku bi xilyên reş hatibûn nûxumandin bêhna azadiyê kişandin û xilyên xwe şewitandin.
Jinên minbic ku niha cihê xwe di saziyan de digrin piştî 8 salan ji rizgarkirin behsa serdema tarî ya daiş û guhertina piştî rizgarkirinê dikin.
Kombûna jinên zenûbiya ku li tevahî herêmên rizgarkirî hatiye damezrandin jî yek ji berhemên rêxistinbûyina jinan di serdema azadiyê de ye ku bpye sîwan û lêvegerek ji tevahî jinan re.
