Partiyên siyasî, kongra Star, inîsiyatîfa gel û nûnertiyên saziyên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke hevbeş bang li gelê herêmê kirin ku ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê û pêkanîna azadiya Rêber APO, bi rihê neteweyî tevlî meşa girseyî bibin.
Li gorî daxuyaniyê dê meş roja 9’ê Cotmehê demjimêr 10 û nîvan li çarxerêya Osman Sebrî were lidarxistin û welatiyên Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik û Til Hemsîê beşdar bibin.
Di daxuyaniya hevbeş de hate diyarkirin ku, komploya 9’ê Cotmehê li dijî tevahî gelan bû, lewre valaderxistina komployê ji erka her kesî ye.
Di dawiyê de weha hate gotin, werin em bi hev re dakevin qadan, komployê şermezar bikin û pêngava azadiya ya ji bo Rêber APO bighînin serkeftinê.
