LI REQAYÊ DEST BI ÇALAKIYÊN RÊZE MATÇÊN FOTBOLÊ HAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Ciwan û werzîşê ya kantona reqayê dest bi rêze matçên Fotbolê ji bo deste û saziyên Meclîsa cîbicîkar kir.
Maça Yekemîn di navbera Desteya Ciwan û werzîşê û Rêveberiya Bacan de li lîstikgeha Elsedaqa Hat lidarxistin.
Maç bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre herdu tîman dest bi lîstikê kirin.
Di matçê de tîma Desteya Ciwan û werzîşê 7 poun û ya Rêveberiya bacan jî 3 poun qezenckirin.
Di rêveçûna rêze matçan de, dê 18 tîmên ji sazî û desteyên Rêveberiya Xweser yên Reqayê beşdar bibin.

Share This Article