NAVENDA TENDIRUSTIYÊ YA LI SIRÎNÊ TEVÎ DERFETÊN KÊM ALÎKARIYA GEL DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Di sala 2019’an de piştî rizgarkirina bajarê Sirînê ya kobanê navenda tenduristiyê deriyên xwe ji xelkên bajêr re vekir.

Navend ku rojane zêdetirî 200 nexweşan ji gundewarên Sirînê pêşwazî dike, bi derfetên kêm alîkariyê xelkên wê deverê dike.

Desteya Tendirustiyê ya kantona Firatê ji bo pêkanîna pêdiviyên şêniyan tevî derfetên kêm gelek nexweşxane û navendên tendrustiyê vekir.

Di sala 2019’an de piştî rizgarkirina bajarê Sirînê navenda tenduristiyê deriyên xwe ji xelkên bajêr re vekir.

Di navenda tenduristiyê ya Sirînê de ku 24 saetan kar dike beşên weke jin, zarok, hundirîn, laşmaniya, Dermanxane, Lênerîna piskolojî û gelek beşên din hene.

Navend rojane zêdetirî 200 nexweşan ji gundewarên Sirînê pêşwazî dike.

Rêvebere NavendaTenduristiyê ya bajarê Sirînê Kanîwar Ismaîl ji Rojava Tv re behsa karê navenda tenduristiyê û beşên tê de dike.

Her wiha Endamê beşa lênerîna piskolojî Ramadan Derwîş got, armanc ji vekirina navendên tenduristiyê pêşkêşkirina alîkariyên tenduristiyê ji bo gel e.

DesteyaTendirustiyê li gelek bajarên girêdayî Kantona firatê weke Miştenûr, qinê,şêran, TilXezal, Xanik, , pêndir, Girik, qadirêyê, Çelebî û Qeremox navnedên tendrustiyê vekiriye.

Aramanc ji van navendan pêşkêşkirina alîkariyên tunduristiyê ji bo xelkên kantonê ye.

Share This Article