Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin.
Konferansa ku tê de karûxebatên jinan, têkoşîna jinan û çawaniya parastina destkeftiyên şoreşa jinan hat nirxandin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Bi dirûşma “Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” 25’ê Îlonê akademiya jineolojî 2’emîn konfiransa xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûryê li hola serdem ya bajarê hesekê li darxist.
Konferansa ku 2 rojan dewam kir tê de tevahç sazî , tevger û rêxistinên jinan, Tevgera Civaka Demokratîk tev-dem , Yekîneyên Parastina Jin YPJ û MSD’ê beşdarbûn.
Di konfransê de piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka MSD’Ê Leyla Qerehman axivî û behsa rola jinan di avakirina zanista jineolojî de kir.
Her di konferansê de sîstema akademiya jineolojî, kar û xebatên wê , rê û rêbazên jineolojî, wê jinolojî çawa karibe bibe bersiv ji şoreşa jin re, jineolojî weke akademiyeke konfedralîzima demokratîk di rojhilata navîn de hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Beşdaran di konferansê de karûxebatên jinan nirxandin her wiha rewşa jinan a li herêmê gotûbêjkirin.
Paşê Senevzyonek derbarê karûxebatên akademiya jinolojî de hat pêşandan. Her wiha Nameya Tevgera azadiya jinên Kurdistanê hat xwendin.
Konferansa ku du roj bi coş berdewam kir, bi komên şano, guvend û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.
