Bi boneya 25’ê mijdarê Endamên Têkilî û Rêkeftarên Siyasî Kongra Star axivîn û diyar kirin ku li ser asta cîhanê roja 25’ê mijdarê bû sembola têkoşîna jinê.
Roja 25’ê mijdarê ku roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tê naskirin, li tevahî cîhanê deng da.
bi saya vê rojê, jinê xwe û mafê xwe nas kir û ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bû.
Li ser asta cîhanê roja 25’ê mijdarê bû sembola têkoşîna jinê.
Di nava diyardeya tundiyê de Heya niha jî pêwîstiya jinan bi hevgirtinê heye ji bo ku xwe ji tundiyê xilas bikin.
Bi saya 25’ê mijdarê tevahî jin hebûn û nasnameya xwe naskirin û mafê xwe bi dest xistin, lê heya niha jî zihniyeta radîkal li hin deveran berdewame.
