PANELA MECLISA JINAN A SÛRIYÊ YA HELEBÊ BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jinan a Sûriyê ya bajarê Helebê ji bo nîqaşkirina binpêkirinên li ser jinên Sûriyê paneleke diyalogê li li dar xist, panel bi encamnameyan bi dawî bû.

Panel bi beşdariya zêdetirî 70 jinan hat organîze kirin û têde 2 mijarên bi navê ʹTunekirina jiyanê di koka jinên sûriyî deʹ û mijara ʹDerketina ji tunela tarîʹ hatin nîqaşkirin.

Di panelê de axaftin li ser navê Meclisa Jinan a Sûriyê û Komîteya Têkiliyên Dîplomasî hatin kirin û rewşa jinan hat nîqaşkirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû, ji xalên encamnameyê “Piştgiriya jinan û hevgirtina bi jinên sûriyî yên ku tundî lê li dijî wan tê kirin.”

Share This Article