Kombenda Efrîn a Civakî îro di salvegera 7’an a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek li bajarê Qamişlo da û got, Divê desthilata nû ya Şamê rê nede ku Tirkiyê armancên xwe yên dagirkeriyê fereh bike û herêmên dagirkirî rizgar bike.
Kombenda Efrîn anî ziman ku gelê efrînê tevî hemû êş û zehmetiyan hêviya xwe ya vegera li warê xwe qut nekirine û her roj li ser vê hêviyê berxwedana xwe mezin dikin
Kombendê banga pêkanîna edaletê ji bo qurbaniyan û hesabxwestina ji sûcdaran kir.
Kombenda Efrîn a Civakî Her wiha bang li saziyên mafên mirovan, Rêxistinên Navnetewyî û destilata nû ya şamê kir ku li hember sûc û kiryarên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê bi erkên xwe rabin û got,Divê desthilata nû ya Şamê rê nede ku Tirkiyê armancên xwe yên dagirkeriyê fereh bike û herêmên dagirkirî ji çeteyan rizgar bike.
KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ: DIVÊ DESTHILATA ŞAMÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYA TIRKIYÊ BÎNE
