MECLISA ZANÎNGEHÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HAT AVAKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Civîna damezirîner a Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Reqayê bi dawî bû.
civîn bi beşdariya hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, nûnerên ji Zanîngeha Rojava, Şerq û Kobanê, hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê duh li Zanîngeha Şerq hate lidarxistin.
Di roja yekemîn a civînê de meclisek bi 20 endaman ku nûnerên meclisên her 3 zanîngehan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ne hat avakirin.
Her wiha Medya Hemşo û Xelîl El Elî weke hevserokên meclisê hatin hilbijartin.
Îro jî mekanîzmeya girêdanê di navbera meclisa zanîngehan de hate xwendin û erêkirin.
Ev civîn di çarçoveya cîbicîkirina xalên Hevpeymana Civakî de hate lidarxistin.

Share This Article