SIYASETMEDARÊN HERÊMÊ PEYAMA RÊBER APO ERÊNÎ DINIRXÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) a Helebê Ednan Cafer, derbarê peyama dîrokî ya Rêber APO ji Rojava tv re nirxandin kir.

Ednan Cafer got, Armanca peyama Rêber APO azadkirina Rojhilata Navîn e.

Di 28’ê Sibatê de, gelê kurd rastî rojeke dîrokî hatin, peyama Rêber APO ya dîrokî ku ji aliyê şandiya îmraliyê ve hate xwandin,hêviyên aşîtîxwaz, demokras û bindestan geş kir.

Di peyamê de, gelek aliyên erênî yên ku dikarin pirsgirêkên sedsalan çareser bike û Rojhilata Navîn ji qeyranê derxîne, hatin destnîşankirin.

Têkildarî peyama dîrokî ya Rêber APO, Endamê partiya yekîtiya demoqratîk (PYD) a Helebê Ednan Cafer ji kameereya Rojava tv nirxandin kir.

Ednan Cafer di nava nirxandinên xwe de diyar ku tevî banga aştiyê ji aliyê rêber Abdullah Ocelan ve û îlankirina PKKê ji agirbestê re, dewleta Tirk êrîşên xwe zêdetir dike û naxawaza xwe pabendî wê banga rêbertî bike.

Pisporên karûbarê siyasî, peyama Rêber Abdullah Ocalan weke xeleka wenda ya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn dinirxînin, lê di heman demê tekez dikin ku divê Tirkiye jî gavên şênber bavêje û niyeta xwe ya aştiyê piştrast bike.

Share This Article