KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK: ŞÊX SEÎD LI HEMBERÎ SIYASETÊN QIRKIRINÊ SERHILDAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya sedsaliya Serhildana Şêx Seîd daxuyaniyek da û siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komara Tirk li ser esasê qirkirin û înkarkirina gelan, bi taybetî gelê Kurd ava bûye.

Her wiha hate diyarkirin ku Şêx Seîd li hemberî siyasetên qirkirin û înkarê yên komara Tirk di 15’ê Sibata 1925’an de serhildana gelê Kurd da destpêkirin.

Di beşekî din de aşkere kir ku, komploya li dijî Rêber APO ku di heman dîrokê de hate pêkanîn, nîşaneya komployên li dijî hebûna Kurdan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, bi saya mîraseya çandî ya gelê Kurd û ramanên Rêber Abdullah Ocalan komplo têk çû.

Share This Article