Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omar bi Endamê Parlementoya Ewropayê Xafyîr Nart re civiya.
Herdu aliyan di civînê de geşedanên dawî yên girêdayî Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet nîqaş kirin.
Ebdulkerîm Omar balkişand ser rewşa aborî ya li sûriyê û behsa xwepêşandanên li herêmên Sûriyê kir.
Her wiha Ebdulkerîm Omar behsa insiyatîva Rêveberiya Xweser ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û paşguhkirina aliyên navnetewî ji dosya çeteyên daiş re kir, Omar balkişand ser astengiyên ku Rêveberiya Xweser dikşîne.
Endamê Parlementoya Ewropayê jî got, insiyatîva Rêveberiya xweser ji bo proseya siyasî ya Çareseriya Aloziya Sûriyê guncaw e.
Her wiha pesna rola Rêvberiya xweser ya di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de, da.
