CENAZEYÊ FERMANDAR JÎNDA CÛDÎ BI RÊÛRESMEKE GIRSEYÎ HATE OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Jînda Cûdî li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin û soza tolhildana xwîna şehîdan hate dayîn.

Cenazeyê fermandara YPJ’ê, xwediya keda 21 salan Jînda Cûdî hilgirtine ser milan û li ser daxwaza wê, li bintarên çiyayê Cûdiyê, wê dispêrin axa pîroz.

Darbesta wê bi alaya rengîn xemilandine û di bin lorîk û hêstirên dayîkan de, xatirê heta hetayê jê dixwazin.

Di rêûresma oxirkirina Şehîd Jînda de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin û soza tolhildana xwîna şehîdan hate dayîn.

Hevrê, welatî û nûnerên saziyan yên ku beşdarî merasîmê bûn, piştrast kirin ku, ew ê alaya Jîndayê mîna Çiyayê Araratê herdem berz bihêlin.

Dayîkan di nava tilîlîyan de Jînda radestî axa ku bi xwîna wê hatiye avdan kirin.

Fermandara YPJ’ê Jînda Cûdî ligel şervanê QSD’ê Goran Amûdê roja 3’yê Cotmehê di êrîşa Tirkiyê de gihaştin asta şehadetê.

Share This Article