ji ber dorpêça hikûmeta şamê li ser kantona Şehbayê koçberên Efrînî rastî zehmetiyên gelekî mezin tên.
nexasin bi girankirina dorpêçê û ne istqrara nirxê dolar nirxê derman her demekê li wê deverê zêde dibe û dibe barekî giran li ser milê koçberan.
di sala 2018’an ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser Efrînê bi sed hezaran şêniyên wê yên resen koçberî şehbayê kir.
li kêlek koçberiyê, hikumeta şamê dorpêçeke giran li ser kantona Şehbayê ferz kiriye bi vê yekê jî kelûpelên jiyanî jî roj bi roj buha dibin.
bi teybet nirxê dermanan ku pêdiviya xelkê rojan e pê heye di nava her çend heyvan de buha dibe û barê koçberan zêde dike.
rêveberê Yekîtiya dermanxaneyên kantona Efrîn û Şehbayê dermanfiroş Mehmûd Temo diyar dike ku bihabûna dermanê tedewiyê bandoreke mezin li welatiyan dike.
Mehmûd Temo destnîşan dike ku sedema bihabûn û peydakirina dermanan ji dorpêça hikûmeta Şamê û ne istqrara di nirxê dolar e.
ne cara yekê ye ku nirxê kelûpal û dermanan li kantona efrîn û şehbayê ji ber dorpêça hikumeta şamê bilind dibe û dibe barekî zêde li ser serê koçberan.
beriya niha jî gelek caran ev kareset bi serê koçberên li Efrîn û Şehbayê pêk hatiye û jiyana wan ya tenduristî dixe metirsiyê.
