Nobeta xelkên bakur û rojhilatê sûriyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê di roja 7’an de dewam dike.
doh Xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê şeva 6ˋan a çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ji xelkê kantona Cizîrê dewr girt:
Nobetdarên li bendavê di bin dengê bombebaran û balafiran de bi israr berxwedana xwe dewam kirin.
Nobetdaran anîn ziman ku, vîna wan ji balafirên dewleta tirk mezintire û ti caran serî ji dagirkeriyê re netewînin.
