ŞEHÎD NAGÎHAN AKARSEL LI HELEBÊ HATE BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Helebê bi boneya salvegera 3’emîn a şehadeta lêkolîner, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel çalakiya bîranînê li Mala Xwendinê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn, tevgerên jinan û xwendekar amade bûn.

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û xebata şehîd Nagîhan Akarsel hat pêşandan. Piştre kesên ku li kantona Efrînê perwerdeya li ser Jineolojiyê ji şehîd Nagîhan Akarsel girtine, axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Nagîhan Akarsel xwedî kesayeteke bi hêz û îradeyeke mezin bû, karibû bi gotin û fikrên xwe bandoreke mezin pêk bîne.

Di dawiya çalakiyê de koma stranan stranên li ser jinên pêşeng û fedakariya wan a ji bo rizgariya jinan pêşkêş kirin.

Share This Article