Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê, bi rêya Nivîsgeha Avdana Çandinî, bi armanca baştirkirina karîgeriya avdanê û misogerkirina herikîna domdar a avê bo erdên çandiniyê, li ser Kanala Belîxê, dest bi çend xebatên çakasaziyê kiriye.
Xebata niha li ser berhevkirina nêzîkî 2,500 metrekup ax ji bo çareserkirina zirarê ye. Ev cih sê şikestinên ku bi tevahî nêzîkî 40 metre dirêj in, dihewîne.
Li gorî Nivîsgeha Avdana Çandinî ya bajêr, zirara li ser kanalê bandorên neyînî li ser cotkarên herêmê kiriye û ew neçar kirine ku xwe bispêrin rêbazên avdanê yên alternatîf.
Ev çaksazî beşek ji hewldanên Desteya Aborî û Çandiniyê û Nivîsgeha Avdanê ne, ji bo parastina kanalên avdanê û piştgiriya sektora çandiniyê li Reqayê.
