Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) têkildarî êrişên nîjadperest yên tirkiyê li dijî çanda Kurdî, daxuyaniyek da.
MIXBETA
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya endam û rêveberên TEV-ÇANDˊê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Dîwana Wêjeyê, Meclîsa Çand û Hunerê û Yekitiya Hunermendan hat dayîn.
di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li dijî çanda Kurdî hatin şermezar kirin û hate gotin, armanc ji van êrişan;tunekirina çand, huner û zimanê Kurdî ye.
her wiha TEV-ÇAND’ê diyar kir ku her gel û civak hêja ye ku bi çand, ziman û hunera xwe azad bijî.
Di berdewama daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li hember êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin.
Piştî ku daxuyanî hat xwendin, beşdaran bi cil û bergên Kurdî, stranên gelerî û dirûşmên “Bê Çand Jiyan Nabe” û “Bê Serok Jiyan Nabe” gotin .
TEV-ÇAND’Ê ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ LI DIJÎ ÇANDA KURDÎ ŞERMEZAR KIR
