LI REQAYÊ SALVEGERA KOMPLOYÊ BI MEŞEKE GIRSEYÎ HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran welatiyên kantona Tebqayê bi meşeke girseyî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Meş bi beşdariya şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan di bin dirûşmeya Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber APO, ji qada Jina Azad dest pê kir.

Beşdarên meşê sloganên Bê Serok Jiyan Nabe û Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok berz kirin.

Meş li gel çerxerêya Neîm veguherî mitîngê û li wir axaftin hatin kirin.

Axêveran gotin, azadiya Rêber APO azadiya gelan û mirovahiyê ye, lewre heta dawiyê ew ê asta têkoşînê mezin bikin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên berxwedan jiyan e û bijî Rêber APO bi dawî bû.

Share This Article