NEXWEŞXANEYA AVRÎN TEVÎ DERFETÊN KÊM ALÎKARIYÊ PÊŞKÊŞÎ KOÇBERAN DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Li kantona Şehbayê du nexweşxaneyên ku li gorî derfetên kêm hatine avakirin û alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin, hene.
Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Ekrem Ereb ji Rojava Tv re got, ew bi derfetên kêm nexweşan derman dikin, lê dorpêça hikumeta şamê barê wan giran dike.

Piştî dagirkirina Efrînê û koçberiya ber bi Şehbayê ve, Rêveberiya Xweser da ku pêwîstiyên koçberan ên tenduristiyê pêk bîne û alîkariya wan bike, li gorî derfetên kêm Nexweşxaneya Avrîn li bajarokê Fafînê ava kir.

Ji ber hejmara nexweşan a zêde, Rêveberiyê pêwîstî dît ku, nexweşxaneyek din li bajarokê Til Rifet ava bike.

Herdu nexweşxane rojane nêzî 500 nexweşan ji bilî birîndarên êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêşwazî dike.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Ekrem Ereb ji Rojava Tv re behas zehmetiyên ku ew ji ber dorpêça hikumeta şamê jiyan dikin kir.

Her wiha Ekrem Ereb di nava axaftinên xwe de da zanîn ku dorpêça hikumeta şamê ya li ser Şehbayê rewşa birîndar û nexweşan girantir dike.

Li gel êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Şehbayê, hikumeta şamê dorpêça xwe girantir dike û rê li ber derbasbûna madeyên jiyanî weke dermanan digire.

Share This Article