Bi heman boneya li parka Newroz a bajarê Rimêlanê jî şahiyeke bi dirûşma “Bi giyanê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” hate lidarxistin.
Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hesen Koçber jî tev li şahiyê bû û têkildarî vê bîranînê axivî û got ku şoreşa 19`ê Tîrmehê ragihand ku qeydên sitemkariyê şikand, rêyên hêviyê li pêşiya gelên edalet û wekhevîxwaz vekir.
Endama Rêveber a Kongra Star Jiyan Hesen jî axivî û da xuyakirin ku Ev şoreş, ne tenê şoreşa fîşekan bû lê belê şoreşa nirxên mirovahiyê bû ku hemû kesên banga rûmetê dikin, hemêz kir.
piştî axaftinan Koma Elefteriya, Koma Cûdî, Koma Endelîb El Furat, hunermend Baran, Nisrîn Botan, Hesen Dêrik berhemên xwe pêşkêş kirin.
