Welatiyên Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrîşên û komkujiyên li dijî gelê Şêxmeqsd û Eşrefiyê şermezar kirin.
Welatiyên Dêrazorê di daxuyaniya xwe de gotin ku Çeteyên Hikumeta demkî yên girêdayî Dewketa Tirk bi hincetên cuda êrîşî gelê Şêxmeqsd û Eşrefiyê dike.
Welatiyan anîn ziman ku Çeteyan mîna Berava Sûriyê û Swêda bi piştgiriya dewleta Tirk komkujî di derheqê gelê sivîl de pêk anîn.
Her wiha Tekez kirin ku ew ê her tim bimînin piştgir ji bo Rêveberiya xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê.
Welatiyên Dêrazorê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewketî kirin ku li hember van kiriyarên ku tên kirin bê deng nemînin.
