Koçberên Efrînî yên li Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin û dibêjin, armanca dewleta Tirk têkbirina statuya Kurdan e.
Her wiha tekez dikin ku heta vegera li Efrînê ew ê berxwedanî û têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî bidawîbûna gera 20’an a civînên Astanayê û hevdem li gel nêzîkbûna salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê, dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kirine.
Tirkiyê û çeteyên wê bi awayekî rasterast deverên sivîlan, dezgehên xizmetguzarî, tenduristî û pêşengên şoreşa 19’ê Tîrmehê dikin hedef.
Têkildarî mijarê koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê êrîşan şermezar dikin û dibêjin, armanca dewleta Tirk têkbirina statuya Kurdan e.
Her wiha koçberên Efrînî tekez dikin ku heya vegera li Efrînê ew ê berxwedaniya xwe bidomînin.
Piştî dagirkirina Efrînê xelkên wê bi darê zorê koçberî Kantona Şehbayê bûn û ji aliyekî bi dorpêça Hikûmeta Şamê û ji aliyê din ve jî bi êrîşên Tirkiyê re rû bi rû dimînin, lê soza wan herdem berxwedan û serhildan e.
