Li bajarê Helebê, Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina ciwanê Kurd Mistefa Şêxo şermezar kirin.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de binpêkirinên nijadperestî yên sîstematîk û berdewam ên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve anîn ziman û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kirin.
di dawiya daxuyaniyê de, Ciwanan bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên eleqdar kirin ku, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sînordar bikin.
