Endamê Yekîtiya Parêzeran a kantona Cizîrê Xalid Omer got, civaka elewî ji ber bîr û baweriyên xwe hatin qetilkirin.
Rêvebera Meclisa Jin a Sûriyê ya kantona Cizîrê Muna Yûsif jî destnîşan kir ku bûyerên ku li Berava Sûriyê qewimîn, kiryarên sûc û tolhildanê ne.
Di destpêka meha adarê de, hêzên desthilata Şamê komkujiyên hovane li beravên Sûriyê li dijî civaka Elewî pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 1,500 kes hatin kuştin.
Têkildarî vê mijarê, Parêzer û jinên herêmê ji Rojava TV re nirxandin kirin.
Endamê Yekîtiya Parêzeran a kantona Cizîrê Xalid Omer got, civaka elewî ji ber bîr û baweriyên xwe hatin qetilkirin.
Rêvebera Meclisa Jin a Sûriyê ya kantona Cizîrê Muna Yûsif jî destnîşan kir ku bûyerên ku li Berava Sûriyê qewimîn, kiryarên sûc û tolhildanê ne.
Li gorî amar û belgeyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan heta niha zêdetirî 1,500 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Di van bûyerên qewimî de, gelek çekdarên desthilata Şamê di pêkanîna komkujiyan de tawanbar kirîne.
