DEWLETA TIRK DI BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ YÊN QEDEXEKIRÎ DE BERDEWAME

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta Tirk di êrîşên li ser herêmên parastinê yên medyayê de bikaranîna çekên kîmyawî ên qedexekirî li dijî gerîlayên HPG û YJA’starê de berdewame.

Li hemberî wê malbatên şehîdan ên şehbayê nerazîşbûnên xwe nîşan didin û dibêjin ku Bêdengiya li hember êrîşan nîşaneya hevkariya bi dewleta tirk re ye.

Dewleta tirk a dagirker di bikaranîna çekên kîmyawî yên qedexekirî li dijî gerîlayên HPG û YJA’ starê ên li herêmên parastina medyayê de, berdewame.

Li hemberî wê Encumena Malbatên Şehîdan a şehbayê nerazîbûn nîşanî siyaset û kiryarên dewleta Tirk bi taybet bikaranîna çekên qedexekirî ên li dijî zozanên navneteweyî da.

Malbatên şehîdan ên Şehbayê bikaranîna çekên kîmyawî şermezar kirin û destnîşan kirin ku Bêdengiya li hember êrîşan, nîşaneya hevkariyê ye.

Malbatên şehîdan ên şehbayê her wiha gotin ku êrîşên dewleta tirk ên çekên kîmyawî ên qedexekirî qelsiya wê nîşan didin.

Dewleta Tirk ne tenê li dijî gerîlayên HPG û YJA’starê ên li Herêmên Prastinê yên Medyayê çekên Kîmyewî bi kar tîne.

Dewleta Tirk di çileya 2018’an de li Efrînê û di cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê jî çekên kîmyewî bi kar anîn.

 

Share This Article