NAVENDA CEMÎL HORO YA HELEBÊ ŞEHÎD YEKTA HEREKOL BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Cemîl Horo ya çand û hunerê ya bajarê Helebê salvegera 21’an a şehadeta şehîd Yekta Herekol bi bîr anî.

Bi dehan endamên çand û hunderê yên bajarê Helebê beşdarî çalakiya bîranînê bûn.

Di çalakiyê de piştî deqek rêzgirtin, li ser navê Navenda Cemîl Horo axftin hat kirin.

Axêveran şehîd Yekta Herekol û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û gotin, Şehîd Yekta Herekol bi şewtandina bedena xwe bû sembola şanoya kurdî ya azad.

Di dawiyê de sinefizyonek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol hat pêşandan, her wiha şanoyek derbarê hefteya qehremaniyê de hat pêşkêşkirin.

Share This Article