BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ LI KOBANÊ ŞAHIYEK JI ZAROKÊN ŞEHÎDAN RE HAT LIDARXSTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ofîsa jin ya meclîsa malbatên Şehîdan ya bajarê Kobanê Bi boneya roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Şahiyek ji zarokên şehîdan re li Hola Firatê li dar xist.

Şahî bi beşdariya bi dehan malbat û zarokên Şehîdan, meclîsa malbatên Şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê ofîsa jin ya meclisa malbatên şehîdan Rodîn Mihemed axivî û 4’ê Nîsanê li malbatên şehîdan û gel pîroz kir û got: ew ê heta henaseya dawî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşin.

Piştre navenda Hîlala Zêrîn şano û stranên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin

Share This Article