XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA EL-ŞERQ KUŞTINA KEÇA KURD ROJÎN KABAÎŞ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha El Şerq bi daxuyaniyekê qetilkirina keça kurd Rojîn Kabaîş a ji Wanê şermezar kir û banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir.

Bi dehan xwendekar û endamên zanîngeha El Şerq li pêşiya avahiya zanîngehê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku kiryarên li dijî jinan li bakurê Kurdistan û Tirkiyê dewam dike, ev yek jî pinpêkirinek ji mafê mirovan re ye.

Her wiha hate gotin ku, Ew wek xwendekarên Zanîngeha El Şerq van binpêkirinan red dikin û daxwaza adaleta ji bo Rojîn Kabaîş dikin.

Meclisa Xwendekarên zanîngehê di dawiyê de bang li hemû sazî, hiqûqnas û mecilsên xwedekaran kirin ku li hember kiryarên bi vî rengî bisekinin û mafê Rojîn bi dest bixin.

Share This Article