JINÊN CIWAN ÊN REQAYÊ BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê bi daxuyaniyekê binpêkirin û tundûtûjiya li dijî jinan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo hemû jinên cîhanê, bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tekez kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan di daxuyaniyê de got: Di dîrokê de jin her tim hedefa sereke ya êrîş û destdirêjiyê bûn. Zihniyeta baviksalar bi armanca ferzkirina hêza xwe û qirkirina dengê jinê, ev kriyar pê dianîn.

Her weha Yekîtiyê têkoşîna xwe ya bê veger ji bo belavkirina bîrdoziya neteweya demokratîk, ku jinan wekî navenda azadî û guhertinê destnîşan dike, tekez kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê , soza xwe ya berdewamkirina berxwedanê nû kir, û banga rêxistinkirina jinan û avakirina civakek azad kir.

Share This Article