Bi boneya roja cîhanî ya piştgiriya berxwedana kobanê ku beriya 10 salan hatibû destnîşankirin, şahiyek li kobanê hate lidarxistin.
Şahî bi beşdariya xelkên kantona firatê, nûnerên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û tevgerên jin li qada şehîd egîd hate destpêkirin.
Di şahiyê de axavtin li ser navê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê, rêveberiya xweser, kongra star û YPJ hatin kirin.
Di axavtinan de, berxwedana efsanewî ya kobanê hate silavkirin û hate gotin, Bi saya ramanên Rêber APO û bangewaziya rêbertî, Kobanê hate rizgarkirin.
Her di şahiyê de daxwaz hatin kirin ku çawa cîhanê piştgirî da berxwedana kobanê, êrîşên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê rawestînin.
Di dawiya şahiyê de komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn berhemên hunerî pêşkêşkirin û dîlan hate gerandin.
